Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Çabiharê de şer qewimî û zêdetir ji 3 kes ji hêzên rejîmê birîndar bûne

12:10 - 15 Kanûna Paşîn 2024

Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê êrîşkirine ser mala kesekî xelkê bajarê Çabiharê û teqe li mala wî kirine û li encam de wî kesî jî teqe li wan hêzan kiriye û zêdetir ji 3 kes ji hêzên rejîmê birîndar kirine.

 “Halveş”ê li sibêdeha roja Dûşemî 25ê Befranbarê çend girte vîdyo ji êrîşa hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îranê li bajarê Çabiharê de belav kirine ku dide xuya şerekî dijwar li navbera wan hêzan û kesekî de li taxa “Gulşehr”a bajarê Çabiharê de qewimiye.

Pêka rapora “Halveş”ê, piştî êrîşa hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îranê bo ser mala wî kesî û teqekirin li mala wî, ew kese ku çekdar bûye teqe li wan hêzên rejîmê kiriye û tevî ku xwe ji wan hêzan rizgar kiriye, zêdetir ji 3 kes ji hêzên rejîmê birîndar kirine.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku hêzên ewlehî bi dironan li pey wî kesî digerin.

Pêka vê raporê, birîndarên wî şerî bo nexweşxaneya “Îmam Elî” ya bajarê Çabiharê hatine veguhastin û ew nexweşxane hatiye milîtarîzekirin û rewşeke tund a awarte bi ser vê nexweşxaneyê de hatiye sepandine û rengehiya zêdetirbûna birîndaran jî heye.