Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li vê heftiyê de 6 kes li girtîgeha Krecê de bidarvekirine

12:14 - 15 Kanûna Paşîn 2024

Li girtîgeha Navendî ya rejîmê li bajarê Kerecê de 6 welatiyên Kurd bi tohmetên peywendîdar bi madên hişber hatine bidarvekirin û bi giştî li 2 heftiyên derbasbûyî, rejîmê  19 welatiyên Kurd bidar vekirine.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovê ya “Hengaw”ê li sibêdeha roja Yekşemî 24ê Befranbarê 6 welatiyên Kurd ên bi navên “Ehmed Letîfî, Ekber Xuremtaş, Elîekber Muradiyan, Emîrhisên Melekî, Hadî Nezerî û Elî Mîrî” yên xelkê bajarên “Kirmaşan, Hersîn û Sehne”yê li girtîgeha navendî ya rejîmê li bajarê Kerecê de bidar vekirine.

Pêka rapora “Hengaw”ê li wan 2 heftiyên derbasbûyî de 19 welatiyên Kurd li girtîgehên rejîma Îranê de hatine bidarvekirin.

Ew 6 welatiyên Kurd bi tohemên peywendîdar bi madên hişber, ji aliyê rejîmê ve cezaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Heta niha ragihandin û berpirsên rejîmê li derheq bidarvekirina wan welatiyan de ti nûçe an raporek belav nekirine.