Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê nirxa xizmetkariyên dermananî nêzî %50 bilindtir kir

12:35 - 15 Kanûna Paşîn 2024

Îbrahîm Reîsî yê serkomarê rejîmê ku soza kêmkirina %50 a nirxa xizmetkariyên darmanan dabû, niha nirxa wan xizmetguzariyan zêdetir ji %46 bilind bûye.

Şêwreya Bîme, nirxa xizmetguzariyên dermanî bo sala 1403 a Rojî diyarî kiriye û pêka vê biryarê xizmetkariyên dermanî dê %46 zêdetir biha bibin, ew yeka li halekê de ye ku Serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” soz dabû ku nirxa xizmetkariyên dermanî %50 dê kêm bike ku xelk ji wan xizmetguzariyan bêpar nemînin ku ew soza wî jî wek sozên berê, çewt derkevt.

Zêdebûna %46 ya nirxa xizmetguzariyên dermanî li halekê de ye ku îsal jî zêdetir ji %25 bilind bûbû.

Wezareta Tendirûstî ya rejîma Îranê îdia dike ku nirxa derman û xizmetkariyên pizîşkî û dermanî bi sedema dorpêçên Amerîkayê bilind bûye, lê Amerîkayê ti dorpêçek li ser derman û beşa pizîşkî ya rejîma Îranê nedaniye.

Çendîn caran ji aliyê ragihandinên ser bi rejîma îranê ve hatiye belavkirin ku zêdetir ji 300 cur ji dermanan li Îranê de dest nakevin û ew yeka xistibûne stuyê dorpêçên Amerîkayê, lê rejîma Îranê bi hêceta ku wan dermanan li navxwe de berhem bîne, bûdcê bo kirîna dermanan nade û bi wî awayî him dermanan bi nirxeke bilindtir bifroşe û him gendeliya xwe li wî warî de perdepoş bike.

Li halekê de ku malbatên Îranê zêdetirn xercê wan bo xwarin, îcareya mal û derman diçe, rejîmê nekariye bîmeya serast û bi wec a dermanî bo xelkê dabîn bike.