Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê gefa bidarvekirina 3 ciwanên Kurd kiriye

16:13 - 15 Kanûna Paşîn 2024

Dadgeha rejîmê li bajarê Bokanê, tohmeta “Îfsad fî Erz” bi ser 3 ciwanên xelkê Bokanê ku li pêvajoya Şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de hatibûne binçavkirin, sepandiye û gefa bidarvekirina wan xwariye.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, 3 ciwanên Kurd ên bi navên “Reûf Şêxmeirûfî, Kameran Soltanî û Mihemed Ferecî” ku li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatibûne binçavkirin, ji aliyê dadgeha rejîmê ve tometa “Îfsad fî Erz” li wan dane û gef li wan hatiye xwarin ku dê wan bidar vekin.

Herwisa Kurdpayê daye zanîn ku li halekê de ku ew 3 ciwanên kurd 10 mehan ji mafê parêzer bêpar bûne, piştre ji aliyê rejîmê ve hatiye ragihandin ku parêzer bo wan hatiye diyarîkirin lê ne melbat û ne ew 3 ciwanên Kurd nizanin ku kê bûye parêzerê wan û heta dema dadgehîkirinê dê bênê nasandin.

Hêzên ewlehî û dadweriya rejîmê digel danîna barimte bo azadkirina demkî ya wan ciwanan dijayetî kirine.

Pêka rapora Kurdpayê, ew 3 ciwanê Kurd piştî binçavkirinê bo girtîgehên ewlehî yên rejîmê li bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin û hêzên ewlehî yên rejîmê hewl dane ku li jêr îşkenceyan de îtirafa bi zorê ji wan verbigrin û kuştina kesekî ser bi rejîmê bêxin stuyê wan.

Ew ciwanên Kurd rastî îşkenceyên gelek dijwar ên fîzîkî û hundirî hatine.