Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helwest û bertekên li derheq mûşekbarana Hewlêrê

11:26 - 16 Kanûna Paşîn 2024

Piştî evê ku sipaha pastaran a terorîst, şewa derbasbûyî Hewlêra Paytextê herêma kurdistanê kire armanc ku mixabin bi wê sedemê ve 5 kes ji xelkê sivîl şehîd û 10 kes jî birîndar bûn, ev cinayeta rejîma îranê ji aliyê hin welat û aliyan ve bi tundî hate şermezarkirin.

Amerîka êrîşa mûşekî û dironiye rejîma Îranê bo ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û ragihand ku li halê berhevdan û lêkolîna li ser wê êrîşê ne.

Birîtaniya ragihand ku êrîşa rejîma Îranê bo ser xelkê medenî û kuştina sivîlan û Zarokan, cihê qebûlkirinê nîne.

Mesrûr Barizanî, serokê Hikûmeta Herêma kurdistanê, tevî mehkûmkirina êrîşa mûşekî û dironiye rejîma Îranê bo ser hewlêrê, daxwaz ji civatgeha navnetewî kir ku li hember wan êrîşan bo ser gelê Kurd bê deng nebin.

Encumena Asayîşa Herêma kurdistanê, bi belavkirina daxûyaniyekê, ragihand: demjimêr 11 û 30 xulekên şewa 15ê Kanûna duyem, Sipaha pastaran a rejîma îranê, bi çendîn mûşekên balêstîk, çendîn tax û cihê akinciyên xelkê medenî li Hewlêrê kirne armac, ku mixabin 5 kesên sivîl şehîd bûn û nêzî 10 kesan jî birîndar bûn ku rewşa hinek ji birîndaran baş nîne.

Sipaha pastaran ragihandiye ku ev êrîş bo ser çend binke û pêgehên dijberên rejîma Îranê bûye, Ev yeka jî tenê hêcetekî bê bingeh e û em red dikin. Mixabin hemî carê wan hêcetên bê bingeh bikar tînin, ewa binpêkirina aşkera a serweriya Herêma kurdistanê ye û hewceye civatgeha navnetewî bêdeng nemîne.

Sipaha pastaran a terorîst li daxûyaniyên xwe de îdia dike ku şewa derbasbûyî hevdem binkê Îsraîl, Konsulxana Amerîka, binkê hêzên dijbere rejîmê li Herêma Kurdistanê û Hewlêrê kirine armanca mûşek nû dironan û hevdem cendîn cih jî li nava Sûriyê de dane ber mûşekan û tola teqînên Kirman û Raskê vekiriye.

Ev jî li halekê deye ku li hewlêrê menteqên sivîl û malên xelkê bûne armanca mûşek û dironên rejîmê, ku li encama wê êrîşa terorîstiye rejîma Îranê de, 3 mûşek û diron li mala kesekî sivîl bi navê Pêşrev Dizeyî kevtine ku Pêşrev û 4 kesên dinê ji endamên malbata wî şehîd bûn ku jin û zarokekî Yek salî jî di nav de ne.

Li rastî de ev êrîşa rejîma îranê tenê bo ser serwerî û kerameta û ewlehiya gelê Kurdistanê ye û bi berewajiyê îdiayên rejîmê ti carî nekariye yan nevêraye rastewxwe eêrîşê bike ser binkên Amerîka û îsraîl.