Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Amerîka alav û kumikên mûşekên Îranê li gemiyekê de peyda kirin

12:22 - 16 Kanûna Paşîn 2024

Hêzên deryayî yên Artêşa Amerîkayê li avên nêzî Somaliyê de gemiyek vekolîn ku alavên mûşekan û kumikên teqîn ên mûşekên Îranê ku bo Hûsiyên Yemenê hatibûne şandin, peyda kirine.

Roja Dûşemî 25ê Befranbarê, rojnameya “Waşîngton Post” a Amerîkayê daye zanîn ku gemiyekê ku li Îranê hatibû barkirin û bo Somaliyê diço, ji aliyê hêzên deryayê yên artêşa Amerîkayê ve hate vekolînkirin û li vê gemiyê de alavên mûşekan û herwisa kumikên teqîn ên wan hatine peydakirin û 12 kesên li vê gemiyê de ku ti nasnameyek nebûne hatine binçavkirin û gemiya wan jî hatiye binavkirin.

Herwisa li nûçeya vê rojnamê de bas ji wndabûna 2 kes ji hêzên deryayî yên Amerîkayê hatiye kirin ku bi sedema mencên bilind ji gemiyê kevtine nav avê û heta niha nehatine peydakirin.

Pêka gotina vê rojnameyê, ew gemiye li navbera avên Somaliyê û kendava Edenê de ji aliyê Amerîkayê ve hatiye vekolîn.

Rejîma Îranê bi rêyên cuda hewla gihandina cebilxane bi taybet diron û mûşekan bo Hûsiyên Yemenê dide.