Bi sedema nebûna alavên hewce bo parastina canê kedkaran û nebûna ewlehiyê li cihê kar li 9 heyvên derbasbûyî de li parêzgeha Kirmaşanê de zêdetir ji 500 kedkar birîndar bûne û 32 kedkaran jî canê xwe ji dest daye.
Pêka gotina birêveberê Giştî yê Pizişkê Dad ê parêzgeha Kirmaşanê, “Selîm Xanî” bi sedema nebûna ewlehiyê li dema kar û cihê karkirinê de li wan 9 heyvên derbabasbûyî de zêdetir ji 520 kedkar bi sedema bûyerên nava kar birîndar bûne û 32 kedkaran jî canê xwe ji dest daye.
Herwisa navbirî gotiye ku 23 kes bi sedema kevtina ji bilindahî, 6 kes bi sedema pêketina derbên giran bi serê wan û 2 kes jî bi sedema şewitinê û kesek jî bi sedema teqîna mînê canê xwe ji dest daye.
“Selîm Xanî” herwisa gotiye: “piraniya kedkarên canjidestdayî bi sedema kevtina ji bilindahiyan li beşa bînasaziyê de qewimîne û kesên ku kar didne bi wan kedkaran, standardên ewlehiya kar bi rê ve nabin û mifahê ji bilindkerên qelp û nesatandard verdigrin.
Pêka amarên belavbûyî, her salê zêdetir ji 26 hezar bûyerên kar li seranserê Îranê de diqewimîn.
Nebûna ewlehiya kar, kar bi demjimêrên zêde ku dibe sedema westiyana kedkaran, nebûna kincên standard û birêveneçona standarda ewlehî li dema karkirina kedkaran ji aliyê karpêderan ve, sedemên bingehîn ên bûyerên kar in.