Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistan û Îranê de çendîn kombûnên nerizayetî hatine lidarxistin

12:42 - 16 Kanûna Paşîn 2024

Malnişînkiriyan û herwisa çendîn sendîkayên din li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kombûnên nerizayetî li lidarxistin.

Roja Duşemî 25ê Befranbarê, malnişînkiriyên Îdareya Muxabirat li bajarên “Kirmaşan, Merîwan û Urmiyê” de li Rojhilatê Kurdistanê li ber deriyê sendûqa malnişînkiriyan li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza birêveçona biryarnameya dana kar a sala 1389 û herwisa birêveçona têbîniya 1 a madeya 21 ya yasaya xizmetguzarî ya Îranê û herwisa birêveçona têbîniya 2 ya madeya 1 a yasayên siyasetên esla 44 ya yasaya bingehîn ya Îranê kirine.

Herwisa Malnişînkiriyên Îdareya Muxabirat li parêzgehên Tehran, Erak, Hormozgan û Zencanê de jî bi daxwaziyên vekhev digel parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê , li ber deriyê sendûqa malnişînkirinan li wan parêzgehan de kombûna nerizatiyê lidar xistin.

Li bajarê Tehranê de jî 270 nûner ên berhemhênerên toyên genim û ceh, li ber deriyê wezareta Çandiniyê “Kişawerzî” ya rejîma Îranê kombûna nerizayetiyê lidarxistine û daxwaza vergirtina dirafê xwe yên salên 1400, 1401 û 1402 a Rojî ji vê wezareta rejîmê kirinê ku wezaretê ev tovê li wan çend salan de ji wan vergirtiye lê hêj dirafê wan nedaye.

Herwisa karmendên Petrokîmiya bajarê Mahşehrê li ber deriyê birêveberiya deverî ya taybet a aboriya Petrokîmiya Mahşehrê kombûna nerizayetiyê lidarxistin û pêdegirî li ser daxwaziyên xwe kirine.