Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li sînorê Pakistan û Îranê 2 zarok bi lêdana mûşekan kuştin

11:35 - 17 Kanûna Paşîn 2024

Rejîma Îranê ku derbên giran ji şerkerên Belûç xwarine, gundek li sinorê Pakistan- Îranê li axa Pakistanê de mûşekbaran kir ku li encamê de 2 zarok hatine kuştin û 2 jin û nûcwanek bi dijwarî birîndar bûne.

Pêka raporên belavbûyî li ragiahndinên xelkê Belûç, spaha pasdaran a terorîst li sînorê li navbera bajarê “Serawan”ê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê û bajarê “Pencgor” li pakistanê, beşek ji vê devera sînorî ya li axa Pakistanê kirine armanc û 2 zarok kuştine û 2 jin kuştine û keçeke nûciwan jî birîndar kirine.

Bi sedema şikestên lipeyhev ên hêzên rejîmê li hember hêzên çekdar ên Belûç, xelkê bêtawan ên medenî kiriye armanc û bi çewtekarî belav kiriye ku binkeyên “Ceyşuledil” kirine armanca mûşekan.

Li halekê de ku piraniya bajarên Sînorî yên Belûçistanê hatine milîtarîzekirin lê çekdarên Belûç bi awayê viradewêde derbe bi hêzên rejîmê didin.

“Ceyşuledil”ê li vê derheqê de daxuyaniyek belav kiriye û ragiahndiye ku li vê cinayeta rejîmê de 2 zarok hatine kuştin û 2 jin û keçeke nûcwan bi dijwarî birîndar bûne.

Wezareta Derve Ya Pakistanê tevî şermezarkirina vê cinayeta rejîma Îranê ragihand ku ew kiryara rejîma Îranê destdirêjî bo ser axa Pakistanê ye û rejîma îranê berpirsyarên paşhatên vê êrîşê ye.