Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyên Yemenê bi mûşekan êrîş kirine ser gemiyeke Yûnanê

11:39 - 17 Kanûna Paşîn 2024

Gemiyeke ticarî ya Yûnanê bi alaya welatê “Malt”, li deryaya Sor de kevte ber êrîşa Hûsiyên Yemenê û xirsarek kêm bi vê gemiyê kevtiye û ti xisarek bi 24 melewanên vê gemiyê jî nekevtiye û gemî li rêya xwe berdewam.

Pêka rapora “CENTCOM”ê roja Sêşemî 26ê Befranbara 1402 a Rojî, Hûsiyên Yemenê li êrîşeke nû de gemiyeke barhilgir a Yûnanê ku bi alaya “Malt” Ji “Viyetnam”ê bo Îsraîlê diço, kiriye armanc û xisareke kêm bi vê gemiyê kevtiye û ew gemiye rêya xwe guherî ye û ber bi Îsraîlê ve diçe .

Li vê derheqê de kompaniya Ewlehî ya Deryayî ya “Ambrey” ya Birîtaniyayê ragihandiye ku gemiya “Zografiya” ku hilgirê pez û terş bûye û 24 melewanên li ve bê ti xisareke canî ji vê êrîşê rizgar bûne û ber bi Îsraîlê ve diçin.

Herwisa “CENTCOM”ê ragihandiye ku hêzên Amerîkayê bi êrîşkirin ser binkeyeke Hûsiyan ku bo veguhastina deryayî bibû gef 4 mûşekên balîstîkî li vê binkeya milîsên ser bi rejîma Îranê teqandine.

Hûsiyên Yemenê lêdana vê gemiyê piştrast kirine.