Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyên Yemenê bûne sedem ku her rojê 10 milyard dolar xixar bi ticareta cîhanî bikeve

11:44 - 17 Kanûna Paşîn 2024

Bi sedema êrîşên Hûsiyên Yemenê û alozkirina rewşa veguhastina deryayî li deryaya Sor û geviya Babulmendeb de, karê veguhastina dereyayî rastî pirsgirêkan hatiye û bi vê sedemê her rojê nêzî 10 milyard Dolar xisar bi ticareta cîhanî dikeve.

Rojnameya Lomond a Firansê li gotara xwe ya roja Duşemî 15ê Befranbarê de nivîsandiye ku dijheviyên leşkerî li navbera welatên Rojavayî û Hûsiyên Yemenê, karlêkerî û bandoreke nerênî li ser çalakiyên pîşeyî yên Ewropayê bi taybet pîşeya berhermanîna maşînan de hebûye.

Li vê gotarê de hatiye ku 4 kompaniyên mezin ên vegihastina deryayî ku bi gelemper %53 a veguhastina deryayî ji aliyê wan ve tê kirin, derbasbûna gemiyên xwe ji geviya Babulmendeb û deryaya Sor de qedexe kirine û 13 hezar kîlomertan rêya wan dirêjtir dibe ku 10 rojan dem dibe.

Pêka beravirdên kompaniya Bîmeya “Aliyans” a Alman, kirîza niha ya deryaya Sor, her rojê li navbera 6 heta 10 milyard Dolar xercê ticareta cîhanî zêde dike.

Hûsiyên yemenê bi alîkariya malî, cebilxane û zanyariyan û bi hêceta êrîşkirin bo ser gemiyên Îsraîlî, gemiyên ticarî zewt dike an bi diron û mûşekên balîstîkî dike armanc û tevî xisarên malî xelkê Yemenê dide kuştin.

Elî Xamineyî yê rêberê rejîma Îranê li dawî axaftinên xwe de tevî piştevanîkirin ji êrîşên Hûsiyên Yemenê bo ser gemiyên ticarî, ew kiryarên terorîstî wek derbelêdan bi îsraîlê û kareke mezin binav kiriye.