Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraqê li Encumena Ewlehî ya Rêkxirava Netewên Yekgirtî de şikayet li dijî Îranê tomar kir

23:12 - 17 Kanûna Paşîn 2024

Dewêleta Îraqê bi sedema êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê bo ser Herêma Kurdistanê, li Encumena Ewlehî ya Netewên Yekgirtî de şikayet li dijî rejîma Îranê tomar kir.

Wezareta Derve ya Îraqê ragihand ku roja Sêşemî 26ê Befranbarê, li Encumena ewlehî ya Netewên Yekgirtî de bi sedema êrîşên mûşekî ya rejîma Îranê bo ser axa Herêma Kurdistanê û kuştin û birîndarkirina xelkê medenî û xisar bi darayî û malên xelkê medenî, şikayet li dijî rejîma Îranê tomar kiriye.

Pêka vê daxuyaniyê, Îraqê bi rêya nûneratiyên Îraqê li bajarê “New York”ê, 2 şikayetên hevşêwe bo Sekreterê Giştî yê Rêkxirava Netewên Yekgirtî û herwisa Serokê Encumena Ewlehiya Navnetewî şandine û li wan şikayetan de îşare bi êrîşa spaha pasdaran a rejîma Îranê kiriye ku bi eşkere serweriya Îraqê û ewlehiya Herêma Kurdistanê û Îraqê binpê kirine.

Ew êrîşa dûr ji mirovahî ya spaha pasdaran a terorîst li dijê xelkê Kurdistanê, ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Îraqê û herjmarek ji welatên wek Amerîka û Birîtaniyaê ve bi tundî hatiye şermezarkirin.

Herwisa Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê jî bi belavkirina daxuyaniyekê ew êrîşa dije mirovî bi tundî şermezar kiriye.