Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêwendiyên dîplomatîk ên Îraq û Pakistanê digel rejîma Îranê bi sedema êrîşên mûşekî aloz bûne

23:15 - 17 Kanûna Paşîn 2024

Serokwezîrê Îraqê û Wezareta derve ya Pakistanê êrîşên mûşekî yên rejîma Îranê bo ser axa xwe bi tundî şermezar kirine û gotine ku ew kiryara rejîmê bi binpêkirina serweriya axa xwe dizanin.

Serokwezîrê Îraqê “Mihemd Şiya`i El-Sûdanî” êrîşa rejîma Îranê bo ser bajarê Hewlêrê bi guherîneke metirsîdar binav kiriye ku pêwendiyên li navbera Îran û Îraqê lawaz dike û gotiye ku Îraq hemû hewlên dîplomatîk û yasayî bo bersivdan bi êrîşên Îranê bo ser bajarê Hewlêrê bo xwe parastî dizane û ew kiryare, destdirêjiya eşkere li dijî Îraqê ye.

Herwisa Wezareta Derve ya Pakistanê êrîşa mûşekî ya spaha pasdaran a terorîst bo ser gundekî sînorî yê Pakistanê bi tundî şermezar kiriye û ragihandiye ku ew êrîşe binpêkirina eşkere ya esmanî ya Pakistanê ye û li ser paşhatên vê êrîşî Huşdarî da û kuştina 2 zarokan û birîndarkirina 3 keçên bê tawan piştrast kir.

Li vê derheqê de kardarê rejîma Îranê li Pakistanê û baloyozê rejîma Îranê li Îraqê bo Wezareta derve ya wan welatan hatine banghêjkirin û bi kardarê rejîma Îranê li pakistanê hatiye ragihandin ku heta agehdarkirina bê, balozê rejîma Îranê îzna hatin bo Pakistanê nîne.

Herwisa Îraqê jî balyozê xwe ji Îranê bo Îraqê banghêj kir.