Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mesrûr Barzanî û El-Sûdanî, xwe ji hevdîtin digel Wezîrê Derve yê rejîma Îranê parastin

12:06 - 18 Kanûna Paşîn 2024

Li civîna Dawûsê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê daxwaza hevdîtin a Wezîrê Derve yê rejîma Îranê red kirin û amade nebûne ku digel wî hevdîtinê bikin.

Pêka rapora Kurdistan24 a Herêma Kurdistanê roja Çarşemî 27ê Befranbara 1402 a Roj, li tenîşta civîna Dawûsê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê “Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê “El-Sûdanî” daxwaza hevdîtin a Wezîrê Derve yê rejîma Îranê “Husênemîr Ebdullahiyan” red kirin û amade nebûne ku digel wî hevdîtinê bikin.

Pêka vê raporê redkirina daxwaza hevdîtina wî berpirsê rejîmê ji aliyê wan du Serokwezîran, bi sedema êrîşên mûşekî yên spaha pasdaran a terorîst bo ser deverên medenî yên xelkê bajarê Hewlêrê û kuştina zarok û xelkê bê tawan bûye.

Herwisa manora deryayî ya hevpar a hêza deryayiya Artêşa Pakistanê digel hêzên rejîma Îranê bi sedema mûşekbarana gundekî sînorî yê pakistanê ji aliyê spaha pasdaran a terorîst ve ku bû sedema kuştina 2 zarokan û birîndabûna 2 jin û keçeke ciwan, hilveşiya û Artêşa Pakistanê gemiyên xwe bo Pakistanê zivirandin.

Pêka dawî zanyariyên nefermî, xalên sînorî yên li navbera Pakistan û Îranê de jî hatine daxistin.