Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyekî spaha pasdaran li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de hate kuştin

12:14 - 18 Kanûna Paşîn 2024

Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, fermandeyekî spaha pasdaran a terorîst digel 2 piledarên din ên terorîst kevtine ber gulleyên hêzên çekdar ên Belûç û hatine kuştin.

Pêka nûşeyên ku ji aliyê alîgirên “Ceyşuledil” a Belûçistanê, ve hatine belavkirin, Pastarekî terrorist ê rejîma Îranê bi navê “Husênelî Cawdanfer” ku pileya serhengî hebûye, digel 2 piledarên din ê spaha pasdaran ku navê wan nehatiye zanîn, li rêya bajarê “Xaş” bo bajarê Zahidanê, kevtine ber gulleyan û hatine kuştin.

Spaha pasdaran a terorîst bi belavkirina daxuyaniuyekê kuştina wî piledarê terorîst piştrast kiriye.

Pêka zanyariyên belav bûyî ew pasdarê terorîst, cihgirê fermandeyê spaha pasdaran li bajarê Serawanê de bûye.

Pêka hinek zanyariyên belavbûyî, piştî êrîşa hovane û dije mirovî û mûçekî bo ser gundekî li sînorê Pakistanê ku 2 zarok hatiobîne kuştin û 3 keç jî birîndar bûbûn, ew êrîşane bo tolhioldanê hatine kirin.

Heta niha bi serastî nehatiye zanîn ku hejmara kuştî û birîndaran çend in û girûpa Ceyşuledlê berpirsayetiya wê emelyatê kêşaye ustiyê xwe.