Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pakistanê êrîş kire ser axa Îranê

20:47 - 18 Kanûna Paşîn 2024

Piştî desdirêjiya rejîma Îranê bo ser axa Pakaistanê û binpêkirina serweriya wî welatî, Artêşa Pakistanê êrîş kire ser çend cihan li nava axa Îranê.

 

Sibêdeha roja Pêşncşemî 28ê Befranbarê, berpirsekî ewlehiya Pakistanê li hevpeyvîn digel nûçegihaniya “CNN”, ragiahndiye ku Artêşa Pakistanê bi armanca tolhildan a êrîşên spaha pasdaran a terorîst, 7 cih li axa Îranê de kirine armanc.

Pêka rapora nûçegihaniya “Royterz”ê wezareta Derve ya Pakistanê daye zanîn ku Pakistanê li êrîşa xwe de bo ser axa Îranê, cihê kempa dijberên xwe kirine armanc û hejmarek jin û zarokên wan kuştine û çend kes birîndar kirine.

Çavkaniyeke Pakistanî ragihandiye ku êw erîşe bi balafirên şerker hatine encamdan û da zanîn ku milîsên “Artêşa Azadîxwaza a Belûç” ku dixwazin Belûçistaneke serbixwe li Pakistanê ava bike, kiriye armanc.

Rejîma Îranê li berteka vê êrîşa Pakistanê de bo ser çendîn cihan li axa Îranê, kardarê balyozxaneya Pakistanê banghêj kir û daxwaza rohnkirinên lezgîn a berpirsên Pakistanê kir

Hêjayê gotinê ye ku sibêdeha roja Sêşemî 26ê Befranbarê, spaha pasdaran a terorîst bi hêceta hêzên “Ceyşuedil”, êrîş kire ser axa Pakistanê ku li encam de 2 zarok hatine kuştin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê jî tekezî kiribû ku Pakistanê mafê bersivdan bi kiryarên wiha heye û tevahiya berpirsayetî û paşhatên vê li stuyê rejîma Îranê ye.