Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê 3 çiyageran li bilindahiyên çiyayê Rindoleyê de hatine peydakirin

20:49 - 18 Kanûna Paşîn 2024

Piştî 6 roj geran li pey 3 çiyagerên xelkê bajarê Nexedê ku li bilindahiyên çiyayê “Rindole” ser bi bajarê Şinoyê de kevtibûne bin reniyê, termê wan li jêr befrê hatine derxistin.

*

Roja Çarşemî 27ê Befranbara 1402 a Rojî, bi hewla çiyageran û kesên xwebexş ên deverê, piştî 6 roj geran li pey 3 çiyagerên xelkê bajarê Nexedê yên bi navên “Riza Kayşî, Muhsin Ezîzî û Mihemed Royan” ku li bilindahiyên çiyayê “Rindole” ser bi bajarê Şinoyê de kevtibûne bin reniyê, termê wan li jêr befrê hatine derxistin.

*

Tevî ku xelkê deverê hewleke zêde bo peydakirina termê “Riza Kayşî, Muhsin Ezîzî û Mihemed Rûyan” ên çiyager dabûn, lê bi sedema barîna befra giran û nebûna îmkanatan û alîkarînekirina berpirsên rejîmê li bajarê Şinoyê, nekarîn bi lezgînî wan çiyageran peyda bikin û mixabin ew 3 çiyager bi sedema derengkevtin a rizgarkirina wan, canê xwe ji dest dane.

*

Dema termê wan çiya geran bo zêdê wan anku nexedê dihate veguhestin

Li gundên ser rêkê û bi taybet başarê Şinoyê ji aliyê xelkê ve hate pêşwazîkirin.

*

Rejîmê li bajarê Şinoyê de cehd kir ku dest bi ser termê wan şaxewanan de bigre, lê tevî dijayetiya xelkê û malbatên canjidestdayî yan hember bû.

*

Li bajarê Nexedê bi hezaran kes bi nîşana hevxemiyê li ser şeqaman rawestiyabûn û benda geheştina termê wan çiyageran bûn.

Îro serê sibêzû bi hezaran kes merasima guhastina termên wan 3 çiyageran ji xelkê Nexede, Şino, Mihabad, Urmiye û nawçên cuda cuda li ser şeqamên Nexedê û li ber derê mizgevta Bilalê Hebeş amade bûn.

*

Bi nîşana hevxemî digel wê xema girane canjidestdana 3 çiyagerên Kurd, bi girseyekî berfireh û merasimekî girseyî, termê wan 3 ciwanemergan, bo goristanê hate birin û li ber kêlega gora nemir Mihemed Hewraz bi axa niştîman hate spartin.

*

Canjidestdana wan 3 çiyageran bûye sedema xemgîniya her aliyekê û gelek dengvedan hebû.

Ji Kurd Kanalê ve hevxemê malbata wanin û bila serê wan sax be.