Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ereb, êrîşa mûşekiya spaha pasdaran bo ser başûrê Kurdistanê şermezar kir

21:04 - 18 Kanûna Paşîn 2024

Roja Çarşemî 27ê Befranbarê, li ser daxwaza Îraqê, Yekîtiya Ereb bi lidarxistina civîneke awarte û nivîsandina reşnivêsekê, êrîşa spaha pasdaran a terorîst bo ser Hewlêrê, bi tundî şermezar kir.

Ew biryarnameye 7 xalan li xwe digre ku li wan xalan de êrîşa spaha pasdaran a terorîst wek binpêkirina eşkere ya serwerî û ewlehiya xelkê Îraqê û binpêkirina yasa û binyatên cîranetî û navnetewî binav kiriye.

Li vê daxuyaniyê de hatiye ku rejîma Îslamiya Îranê bi vê êrîşê, berpirsê tevahiya paşhatên vê binpêkirinê dizane û ew hewldaneke metirsîdar e ku dubarebûna vê dikare rewşa aşîtî û ewlehiya deverê aloz bike.

Herwisa Li vê daxuyaniyê de li ser mafê rewa ya Îraqê wekî yek ji endamên “Yekîtiya Ereb” û endamê Saziya Netewên Yekgirtî bo encamdana her cure karek dîplomatîk û yasayî, li vê derheqê de tekezî kirine.

Demjimêrên şeva Dûşemî 25ê Befranbarê, spaha Psdaran a terorîst bi çendîn mûşek û diraonan êrîş kire ser bajarê Hewlêrê ku li encam de çend welatiyên medenî hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.