Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji destpêka demsala Payîza îsal ve 14 xwekujiyên çihê şik û gumana a pizîşk û kadrên dermanî qewimîne

21:12 - 18 Kanûna Paşîn 2024

Pêka gotina berpirsekî “Nizam pizîşkî” yê rejîma Îranê, ji destpêka îsal ve 16 haletên xwekujî yên pizîşk û kadrên dermanî qewimîne û li heftiya bihorî de 3 halet qewimîne.

Cihgirê Perwerde û Lêkolîn yê saziya “Nizam Pizîşkî” yê rejîma Îranê “Babek Şikarçî” gotiye: “Ji destpêka îsal ve 16 haletên xwekujî yên pizîşk û kadrên dermanî qewimîne û bi tenê li li heftiya bihorî de 3 haletên xwekujiya pizîşkan hatine topmarkirin.

Bi berçavgirtina nûçeyên belavbûyî li torên civakî û yên taybet bi rûpelên pizîşkî de tê dîtin ku Ji destpêka demsla Payîza îsal ve heta niha 14 xwkujiyên çihê şik û guman ên pizîşk û kadrên dermanî qewimîne ku rejîmê hewl daye wan bi xwekujî bide xuya.

Bi sedema givaşên ewlehî yên rejîma Îranê bi taybet li şoreşa Jînayê de li ser pizîşk û kadrên dermanî ku heta niha jî ji wan givaşan rizgar nebûne û herwisa menca nû ya liserkarderxistina pizîşk û kadrên dermanî yên nerazî, jiyana vê qata girîng a civakê xistine nav givaş û metirsiyan.

Rejîma Îranê bi awayên cuda neraziyan bi teybet kesên serbixwe yên ji hemû qatên civakê ên wek pizîşk û kadrên dermanî ji nav dibe û hewlê dide kuştina wan bi xwekujî an kevtin ji bilindahî an kevtin bi ser alavên asin an berdîn bide xuya û ew yeka li jiyana rojaneya xelkê Îranê tê dîtin.