Ji destpêka demsala Payîza îsal ve 16 xwkujiyên cihê şik û gumanê a pizîşk û kadrên dermanî qewimîne.
Pêka gotina berpirsekî “Nizam pizîşkî” ya rêjîma Îranê, ji destpêka îsal ve 16 haletên xwekujî yên pizîşk û kadrên dermanî qewimîne û tenê li heftiya bihorî de 3 halet qewimîne.
Cihgirê Perwerde û Lêkolîn yê saziya “Nizam Pizîşkî” ya rejîma Îranê “Babek Şikarçî” gotiye: ji destpêka îsal ve 16 haletên xwekujî yên pizîşk û kadrên dermanî qewimîne û bi tenê li heftiya bihorî de 3 haletên xwekujiya pizîşkan hatine topmarkirin ku rejîmê hewl daye wan bi xwkujî bide xuya.
Bi sedema givaşên ewlehî yên rêjîma Îranê bi taybet li şoreşa Jînayê de li ser pizîşk û kadrên dermanî ku heta niha jî ji wan givaşan rizgar nebûne û herwisa menca nû ya liserkar derxistina pizîşk û kadrên dermanî yên nerazî, rewşa jiyana vê qata girîng a civakê xistine nav givaş û metirsiyan.
Rêjîma Îranê bi awayên cuda neraziyan bi teybet kesên serbixwe yên ji hemû qatên civakê ên wek pizîşk û kadrên dermanî ji nav dibe û hewlê dide kuştina wan bi xwekujî an kevtin ji bilindahî an bide xuya û ew yeka li jiyana rojaneya xelkê Îranê tê dîtin.