Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîndarbûna 5 kolberên Kurd li ser sînorê Bane û Newsûdê

12:20 - 20 Kanûna Paşîn 2024

Pênc kolber ku nasnameya çar kes ji wan yên bi navên Cewher Muradî, Hemîd Ehmedî, Îdrîs Îsmaîlî û Yehya Navbang nediyar hatine eşkerekirin li sînorên Bane û Newsûdê bi teqeya hêzên çekdare rejîma Îranê hatine birîndarkirin.

Li gorî nûçeya Rêkxirawa Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 27ê Befranbarê kolberek bi teqeya rastewxwe a hêzên çekdare rejîmê li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin.

Berê jî anku roja Sêşemî 26ê Befranbarê, kolberek bi navê Yehya navbang nediyar li ser sînorê Newsûdê ser bi bajarê Pawe  bi teqeya hêzên çekdarên rejîmê lingê wî bi dijwarî birîndar bûye.

Hevdem roja 26ê Befranbarê, Îdrîs Îsmaîlî temen 30 salî û xelkê Seqizê bi teqeya hêzên çekdare rejîam Îranê li ser sînorê Bane bi dijwarî hate birîndarkirin, ev kolber ji aliyê wan hêzên çekdar ve keftiye ber lêdan û kutanê.

Îdirîs Îsmaîlî ku bavê zarokekê ye di halekê de ku bi sedema birîndarbûnê şiyana rabûn û hereketê nebûye bi vî halî hatiye bicîh hiştin ku piştre ji aliyê xelkê deverê ve bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin, û rewşa navbirî nebaş hatiye ragehandin.

Herwisa êvareya roja Yekşemî 24ê Befranbarê, 2 kolberên xelkê Seqizê yên bi navên Cewher Muradî temen 28 salî û Hemîd Ehmedî temen 23 salî liser sînorê Hengejal a Bane bi teqeya rastewxwe a hêzên çekdare rejîmê hatine birîndarkirin.