Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtlaata rejîmê li bajarê Sinê de du bira bi awayê tundûtîjî binçav kirin

18:00 - 2 Kanûna Paşîn 2024

Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê li bajarê Sinê, bi êrîşkirin û teqekirin li mala “Murteza Mihemedî” ku yek ji binçavkiriyên şoreşa “Jîna”yê ye, bi zorê binçav kirin û herwisa birayê wî yê mezintir jî ku bo lipeykevtin bo dosya xwe serdana dadgehê kiribû, binçav kirine

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovê ya “Hengaw”ê, roja Duşemî 11ê Befranbarê, yek ji binçavkiriyên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” yê bi navê “Murteza Mihemedî” li êrîşeke çekdarane de bi ser mala wî, li taxa “Hesenava” ya bajarê Sinê, bi awayekî tundûtîj hatiye binçavkirin.

Pêka rapora “Hengaw”ê “Îbrahîm Mihemedî” birayê mezin ê “Mutreza Mihemedî” ku bo lipeyketin bo dosya xwe serdana dadgeha rejîmê li bajarê Sinê kiribû, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin.

Hêzên ewlehî yên rejîmê, bê hebûna belgeya dadgehê, ew du birayên Kurd girtine û heta niha ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan du birayan de li berdest nîne.

Herwisa hêzên rejîmê, dest bi ser çendîn telefonên malbata “Mihemedî” de girtine û ji dema binçavkirina wan welatiyan de jî girte vîdyo jê hilgirtine.

Li vê derheqê de li 4ê Befranbarê, “Mihemedceifer Mihemedî” yê bavê “Murteza û Îbrahîm Mihemedî”, bê belgeya dadgehê û bi zorê û tundûtîjiyê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve li mala wî de hatibû binçavkirin.  

Hêjayê gotinê ye ku “Murteza Mihemedî” li 1ê Reşemeya 1401 a Rojî, li pêvajoya şoreşa “Jîna”yê de hatibû binçavkirin û piştre li 16ê Reşemeya hemen salê bi danîna barimteyê ji girtîgeha rejîmê li bajarê Sinê hatibû azadkirin.