Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mûşekbarana gelê Belûç ji aliyê Îran û Pakistanê ve hate şermezarkirin

12:23 - 20 Kanûna Paşîn 2024

Roja Înê piştî nimêja Înê, li piraniya camiyên bajar û deverên Belûçistanê de, xelk rijiyane ser şeqaman û mûşekbaran û kuştina jin û zarokên belûçan ji aliyê rêjîmên Îran û Pakistanê ve bi dana dirûşman şermezar kirin.

Diruşmên gelê Belûç ev bûn, Merg bo Xamineyî, Merg bo Pakistanê, Merg bo dîktator, Ne bo jînosaydê, Sipah daişa meye, xwîna Belûçên bê guneh, bê bersiv û bê tol namîne.

Di xutba nimêja Înê li mizgevta Mekî de, Mewlewî Ebdulhemîd tevî ragihandina daxbariya xwe li derheq êrîşên mûşekiye Îran û Pakistanê bo ser xelkê sivîl û jin û zarokên Belûçan li herduk aliyê sinûr, daxwaz ji herduk hikûmetên Îran û Pakistanê kir ku bila bi diyalogê pirskirêkên xwe çareser bikin, ne ewa ku bi hêceta hebûna kêşên xwe bi mûşekên balêstîk û teyaran bombebara jin û zarokên bê gunehe Belûç  bikin û wan bikujin.

Molewî Ebdulhemîd ji herdûk rêjîmên Pakistan û îranê xwast ku bila guhê xwe bidne daxwaziyên berheqe gelê Belûç û rêçare girtin û kuştin û mûşekbaran nîne.

Piştî nimêjê jî Hezaran kes ji xelkê Zahidanê û bajarên dinê ye Sîstan û Belûçistanê bi dirûşman dijî rejîma Îranê, ev êrîşa ser belûçan şermezar kirin.