Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê 6 sal û hefit meh girtîgehê bi ser Jinekî parêzer a Kurd de hate sepandin

12:24 - 20 Kanûna Paşîn 2024

Gulalle Wetendust, parêzer û çalakvana warê jinan û yek ji girtiyên şoreşa Jînayê, 6 sal û 7 meh girtîgeh biser de hate sepandin.

Taya Yek a Dadgeha Înqilaba Sine bi Serokatiya bi nav dadwer Keremî, bi tohmetên hewildan dijî tenahiya netewî li rêya avakirina girûp û birêvebirina deste û girûp, kombûn dijî tenahiya netewî, pirûpagende dijî nizamê û xerap nîşandana rewşê, 6 sal û 7 meh girtîgeha ragirtî biser wê çalakvana Kurd de sepandiye.

Dawiya Xermanana sala 1402 a Rojî, kombûna pêregiheştin bi tohmetên ku bi ser wê parêzerê de hatinî sepandin li Taya Yek a Dadgeha Înqilaba Sinê de birêve çû, dosiya Gulalle Wetendûst piştî nerizatiyê, bo dadgeha pêdaçûnê hatiye radestkirin.

Gulalle Wetendûst, li pêvajoya şoreşa Jînayê de li roja 11ê Rezbera 1401 a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve li bajarê Sine hate girtin û piştre, li roja 27ê Rezbera 1401 a Rojî, bi dana barimteya yek milyard Tumenî di girtîgeha Sine de hate azadkirin.

Roja 4ê Reşemeya 1399an, Gulalle Wetendûst bi sedema belavkirina babetek peywendîdar li piştevanî kirin ji mafê jinan li ser torên civakî, bo Îtilaata Merîwanê hatibû gazîkrin û lêpêçîn jê hatibû kirin.