Piştî êrîşa nemirovane ya Rêjîm Îranê bo ser xelkê medenî yên bajarê Hewlêrê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê daxwaz ji bazirgan û tacirên Kurdistanê dike ku ticareta digel rêjîma Îranê bisekinînin.
Roja Înê 29ê Befranbara 1402 a Rojî, Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê bi belavkirina daxuyaniyekê daxwaz ji hemû bazirgan û tacirên Kurdistanê kir ku hemû cure ticaretekê digel rêjîma Îranê bisekinînin û hawrdekirin û bikaranîna berhemên Îranê baykot bikin.
Li beşeke vê daxuyanuiyê de hatiye ku rêjîma Îranê bê ku ti hêcetek hebe xelkê medenî û bêberevan dike armanc û çendîn kes û keçeke yek salî a bi navê “Jîna”yê jî şehîd kiriye.
Herwisa serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê “Geylan Hacî Seîd” li derheq baykotkirina berhemên Îranê ragihand ku ew li ser baykotkirina berhemên Îranê micid in lê rêgirî ji hawirdekirinê nakin, lê hewceye me helwîstek li hember êrîşên Îranê hebe.
Herwisa navbirî gotiye ku bazirgan dikarin di cihê Îranê, ticaretê digel Erebistan û Tirkiyê bikin.