Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl carekî din Şama Sûriyê kire armanc

12:37 - 20 Kanûna Paşîn 2024

Gorî nûçeya mediayên Sûriyê, serê sipêdehiya îro Şemiyê, parek ji taxên bajarê Demişqê ji aliyê Îsraîl ve hatine bombebarankirin.

Gorî raporan ev bombebarana Îsraîl bi armanca lêdana deshilatdarekî rejîma îranê bûye, herwisa gorî zaniyariyan hejmarejk ji xelkê sivîl jî hatiye kuştin.

Nûçegihaniya fermiye Sûriyê jî ev êrîa Îsraîl bo ser Demişqê piştrast kir.

Artêşa Îsraîl bi belavkirina Vîdeoya êrîşa bo ser bînayekî 4 qatî li Şamê belav kiriye ku ev bîna bi yekcarî hate ji navbirin, herwisa Artêşa Îsraîl ragihand ku Pastarekî pile bilinde rejîma Îranê li wê bînayê de bûye, lewma ev der bûye armanca bombebaranê.

Mediayên Sûriyê û Rejîma Îranê behsa kuştina 5 kesan dikin, lê ti amajeyek bi kuştina berpirsekî sipaha Îranê nehatiye kirin.