Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl carekî din Şama Sûriyê kire armanc û 2 Pastarê pilind kuştin

17:55 - 20 Kanûna Paşîn 2024

Gorî nûçeya mediayên Sûriyê, serê sipêdehiya îro Şemiyê, parek ji taxên bajarê Demişqê ji aliyê Îsraîl ve hatine bombebarankirin.

Gorî raporan ev bombebarana Îsraîl bi armanca lêdana deshilatdarekî rejîma îranê bûye, herwisa gorî zaniyariyan hejmarejk ji xelkê sivîl jî hatiye kuştin.

Nûçegihaniya fermiye Sûriyê jî ev êrîa Îsraîl bo ser Demişqê piştrast kir.

Artêşa Îsraîl bi belavkirina Vîdeoya êrîşa bo ser bînayekî 4 qatî li Şamê ragihandiye ku ev bîna bi yekcarî hate ji navbirin, herwisa Artêşa Îsraîl ragihand ku Pastarên pile bilinde rejîma Îranê li wê bînayê de bûne, lewma ev der bûye armanca bombebaranê.

Mediayên Sûriyê û Rejîma Îranê behsa kuştina 5 kesan dikin, lê piştre mediayên ser bi sipaha terorîste rejîma îranê aşkera kirin ku di encama vê êrîşa Îsraîl de, 2 kes ji pastarên pilebilinde terrorist ku rejîma îranê wan bi musteşarê leşkerî binav dike, hatine kuştin.

Gorî zaniyariyên piştraskirî ji aliyê rejîma Îranê ve, pastarên ku îro ji aliyê Îsraîl li demişqê de hatiye kuştin, Serdar Hacî Sadiq Umîdzade berpirsê îtlaata sipaha Quds a terrorist û Sertîp Hacî Xulam Muherem cêgirê îtlaata sipaha Quds bûne.