Îsraîlê li sala 2023 de zêdetir ji 40 caran êrîşkiriye ser binke û damezraveyên ser bi rêjîma Îranê li Sûriyê ku bi berhevdanîn digel salê 2012 û 2022, %40 zêdetir bûye.
Pêka rapora rojnameya El- Adiyta” a Erebisrtanê rêjîma Îranê û rêjîma “Beşar Esed” lihev kirin e ku êdî nabe rêjîma Îranê bi rêya balafirxaneyên Demişq û Helebê, cebilxaneyan bo milîsên xwe li Sûriye û Lubnanê veguhaze.
Tevî ku ew nûçeye bi awayek dide xuya ku rêjîma Îranê heta niha bi alîkariya rêjîma “Beşar Esed” cebilxane bi rêya balafirxaneyên Sûriyê bo milîsên xwe yên çekdar li Sûriye û Lubnanê veguhastine, dide xuya ku bi vê rêyê derbên giran bi cebilxaneya rêjîma Îranê li sûriyê de kevtiye ku niha dixwazin bo çewtekarî û li rû de vê yekê bisekinînin.
Herwisa kanala televîzyoniya “El-Adiyat” daye zanin ku biryara nû ya rêjîmên “Tehran û Demişq” bi armanca dawîanîn bi êrîşên Îsraîl bo ser Sûriyê ye.
Pêka zanyariyên belavbûyî heta niha Îsraîlê zêdetir ji 295 binke û damezraveyên rêjîma Îranê li Sûriyê kirine armanc ku 94 binke û damezrave bi tevahî jinav çone û balafirxaneyên “Demişt û Heleb”ê jî 12 caran hatine bombebarankirin ku rêgirî ji vegihastina cebilxaneya rêjîma Îranê bê kirin.
Pêka gotina çavkaniyeke Îsraîlê, rêjîma Îranê bi hêceta alîkarîdan bi berketiyên erdheja Tirkiyê, rêjeya binke û damezraveyên xwe li Sûriyê gihandiye 570 binkeyî ku bi taybet li başûrî Sûriyê de hatine avakirin.
Hêjayê gotinê ye ku heta niha piraniya karwanên cebilxaneya rêjîma Îranê bi rêya sînorî ya Îraq û Sûriyê hatine teqandin û bi sedema xisarên giran, rêjîma Îranê bi balafirên rêvîngî cebilxane bo milîsên çekdar dişîne.