Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyek xûya û xweşnav, li bajarê Kotolê koça dawiyê kir

18:13 - 20 Kanûna Paşîn 2024

Li heyamên çend rojên derbasbûyî de xwedêjêrazî “Elî Hesenlo” naskirî bi “Elî yê Hacî Sultan”, kesayetiyek xûya û helbestvan ê bajarê “Kotol”ê koça dawiyê kir

Xwedêjêrazî “Elî yê Hacî Sultan”, bi rêya helbestan ve bi berdewamî piştevanî li doza rewa ya gelê xwe dikir.

Navbirî kesayetiyek welatparêz ê deverê bû ku bi berdewamî bo parastina ziman û Kultûra Kurdî, xelk hay dida, lewma li nav xelkê de kesayetiyek xoşewîst û cihê baweriya xelkê bû.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta koça dawiya “Elî Hesenlo, naskirî bi Elî yê Hacî Sultan”, sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên wî û xwe hevparê xema wan dizane.