Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya Hizba demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 78 emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê

10:33 - 21 Kanûna Paşîn 2024

Hevwelatiyên xoşewîst!

Têkoşerên mafxwaz ên Kurdistanê!

 

78 salan berî niha, li encama guherînên siyasî yên şerê cîhanê yê Duyem û bi ceribandinvergirtin ji derfetên ku berê ji destçoyî yên pêşya tevgerên Kurdistanê û bi têgihîştina vê demaêye siyasî ya rêberatiya Hizba Demokrat a Kurdistanê, bi taybet “Pêşewa Qazî Mihemed”, avabûna Komara Kurdistanê wek yekem desthilata modern a Kurd , li 2 yê Rêbendana 1324 a Rojî beranber bi 22 yê Kanûna duyem a sala 1946 a Zayînî, li meydana “Çarçira” ya bajarê Mihabadê de hate ragihandin. 

Armanc û destkeftên bilind û girîng ên Komara Kurdistanê li ser tevgera neteweyî ya Kurd bi giştî, heta niha jî hêvin û keda herî bi nirx û pîroz a civaka Kurdistanê û tevgera wê ya siyasî ya rewa ye. Avakirina Komara Kurdistanê û diyarîkirina sembolên nasnamexwazane yên wek “pêkanîna qewara Komara Kurdistanê, hildana Ala Kurdistanê, damezrandina sipaha netewiya ya Kurdistanê (Pêşmerge), û danana sirûda netewî û gelek destkeft û diyarokên din ên modern, heta niha jî beşeke here qahîm a biciye nasnameya neteweyî ya ax û xelkê Kurdistanê ne. Armancên Komara Kurdistanê ku bidestveanîna maf û azadiyên netewî û demokratîk ên neteweya kurd bi form û şêwaza bi jêhatiye xwe de  ye, heta niha jî rênima û rênîşanderê rêvîngên vê rêbazê ne.

Herçiqas ku Komara Kurdistanê li temenekî kurt a 11 heyvan de, bi êrîşa leşkerî ya rejîma paşatî bo ser Kurdistanê dawî pê hate anîn û Serkomarê Kurdistanê “Pêşewa Qazî Mihemed”  bi sûçê bicihanîna xwesteka dîrokiye neteweya xwe bi hate sêdaredanê, lê komara Kurdistanê di hizr û zêhna heçî mirovekî azadîxwaz û mafxawz de zindî maye û li pêvajoya xebata bi 10an salan a xelkê Kurdistanê de armancên Komara Kurdistanê, armancên hemî xebatkarekî riya rizgariya welat e.

Em li halekê de yada 78 emîn salroja ragihandina Komara Kurdistanê bi bîr tînin ku, tevgera Kurd li Kurdistana Îranê tevî evê ku negeheştiye armancên komarê, lê gelek qonaxên dijwar û tijî ewraz û nişîv bo vê armanê derbas kirine. Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ku avaker û mîratgirê Komara Kurdistanê ye, tevî taba dehan birînên kûr ên weke, Şehîdbûna bi hezaran kadro û pêşmergeyan di qada berxwedanê li dijî her du sîstemên paşatî û Komara Îslamî, terora rêberên navdar ên wekî Şehîdan “Dr.Qasimlo” û “Dr. Şerefkendî” ji aliyê rejîma Îslamiya îranê, teqandin û mûşekbarankirina binke û bargehên vê Hizbê ji aliyê taqima terorîstî ya spaha pasdaran û gelek birînên din, her wek berê li ser pê xwe maye û cihê hêviya xelkêl Kurdistanê ye.

Li berdewamiya pêvajoya têkoşîna mafxwazaneya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, berferehiya tevgera mafxwaziya xelkê Kurdistanê  gorekî Komara Kurdistanê, mewdayekî berfirehtir û girseyî bi xwe ve girtiye, seha nasnamexwaziya netewî, sîvana xwe xistiye bi ser gelek taybetmendiyên din ên edetî yên civaka Kurdistanê û vê yekê ji demên berê zêdetir yekitî di reftarên gelê Kurd çêkiriye.

Niha ku piştî derbasbûna 78 salan li ser ragihandina Komara Kurdistanê, em li rol û bandora vê li qad û texên civaka Kurdistanê di pêşxistina xebata mafxwazaneye gelê xwe dinêrin, em zêdetir ji her demekê seh bi bersivderiya hizr û nêrîna Komara Kurdistanê bo giştgîrbûna vê xebatê dikin. Dema ku çalakvanên navxweyê welat bi pêkanîna yekîtî, rêkxistin û encûmenên curbicur xwe li çarçoveya tevgera berfireh a tevgêra nasnamexwaziyê de xwe erkdar dikin, çêkirina vê xwe bi berpirszanînê li nav qat û texan de ku qalibekî giştî dide vê tevgerê, her wek çavan pêşewayê mezin, bi damezrandina yekîtiya Ciwanan û Jinan ên Kurdistanê, hewla beşdarkirina hemû çîn û qatan li karûbarên siyasî û civakî de dide.

Her wekî li tevgera  “Jîna”yê de xûya bû, li qonaxa niha ya tevgera xelkê Kurdistanê de, Asta bilind a hişyariya netewî, rêxistinbûna yekgirtiyane a civakê, reftarên watedar ên van rojan, beşdarbûna piraniya qad û texên civakê li çarçoveya reftarên giştî û girseyî de, xwedûrxistin ji kiryarên tundajo û berçavtengane, cihgirtina Hizbatî û baweriya gel bi hizbanan, zêdetirbûna şiyana civakê li hember her hizir û raman û siyasetên dijegeliyane a deshilata navendgera, ew pîvan û taybetmendî ne ku didin selimandin, Kurdistan di guherinên siyasî û civakî yên Îranê de xwedî pêgeh, peyam û rola taybet bi xwe ye.

Komara Îslamî ya Îranê ku niha û li encama 45 sal zordarî, dîktatorî û binpêkirina maf û azadiyên gelên Îranê û girtina pêşexweye siyaseta şerxwaz a “hinardekirina şoreşê”, li asta navxwe û navnetewî de yek ji qirêjtirîn desthilata serdem e, mixabin bi hegerên curbicur û,  ji hemûyan girîngtir nebûna alternatîveke bersivder ku bikaribe baweriya gelên Îranê bi dest bixe, sîbera vê ya biyom bi ser xelkê û welat de maye. Lê ji kesê veşartî nîne ku berdewamiya vê xwesepandinê, ne li pêgeh û rewatî yê ye û ne jî nîşana teslîmbûna gelên azadîxwaz ên Îranê ye. Her wekî li nûtirîn serhildana berfireh a “Jin, jiyan, Azadî” civatên xelkê Îranê û netewan danê xûyakirin, tevgera nerazêtiya xelkê li dijî tewawiyeta wê rejîmê ji her demê bihêztir e û roj nîne ku şeqamên welat nebin meydana gotina “Ne” bo rejîma Îslamiya Îranê  ku li hember de bi destdirêjiya rastersat, Girtin, îşkencekirin, sepandina cezayên giran û bidarvekirina xebatkarên nên, bersiva wan dide.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, wekî hemû caran, bi giringêdan bi derfeta rastîn a xebatê li navxweyê welat li dijî komara îslamiya Îranê, cehdkirin bo pêkanîna yekîtî û yekgirtina di navbera pêkhateyên cuda, xebat bo çêkirina hevhelwîstî li navbera Opozîsiona pêşkevtinxwaza Kur û Îranî li navxwe û derveyê welat, li pêgeha avakerê Komara Kurdistanê û mîratgirê vê destkevta dîrokî û netewî de, wek hertim xwe bo bidestveanîna armancên Komara Kurdistanê û berdewamî û berfirehtirkirina tevgera Kurdistanê bi berpirsyar dizane.

Li bi bîranîna 78 Saleya ragihandina Komara Kurdistanê de, em pîrozbahiyê li tev civatên xelkê Kurdistanê û tev mafxwazên riya rizgariya Îran û Kurdistanê dikin ku dixebitin bona rizgariya ji dest dîktatoriyê, em silavan dişînin bo avakerên Komara Kurdistanê, li serveyî hemiyan Serkomarê Kurdistan,  Şehîd Pêşewa Qazî Mihemed.

 

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Navanda Birêveberî

Rêbendana 1402 a Rojî

Kanûna duyena 2024 a Zayînî