Berpirsên rejîma Îranê ji vê yekê ditirsin ku xelk beşdarî li şanoya hilbijartina îsal de neke û bi şêwazên cur bi cur hewlê didin ku xelkê bo ser sendûqên dengdanê rabikêşin.
Nûnerê Meclîsa Xubrogan a rejîma Îranê li bajarê Sinê, li derheq beşdarînekirina xelkê li hilbijartinên îsal a rejîmê de gotiye: “Dujmin û ragihandinên dijber, mijûlê hewldan bo beşdarînekirina xelkê li hilbijartinan bi taybet li Kurdistanê de ne ku vê bi kêmreng nîşan bidin”.
“Fayeq Rostemî” yê nûnerê Meclîsa Xubrogan a rejîma Îranê li bajarê Sinê, bi çewtekarî gotiye ku dujminên rejîmê li beşdarîkirina xelkê li hilbijartinan de ditirsin, lewma hewlê didin bi rêya ragihandinan û torên civakî, pirsa hilbijartinan kêmreng bidin xuya”.
Li vê derheqê de berpirsê nûneratiya welî feqîh li spaha beytulmuqedes a spaha pasdaran a terorîst li bajarê Sinê, gotiye ku divê hilbijartinên îsal de dujminê xwe bi başî nas bikin û zêdetir ji rewşê tê bigîjin.
Teha Tevekulî li axaftinê xwed e gotiye: “Li hilbijartinên îsal de, berî ku bixwazin deng bi kesekî bidin, deng bi komara Îslamî bidin”.
Li vê derheqê de li heyamên derbasbûyî de rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” daxwaz ji xelkê kir ku xwe bo birêvebirina hilbijartin û dengdaneke bi şan amade bikin.
Gotinên berpirsên rejîma Îranê li halekê de ye ku li sala derbasbûyê de bi şêwazên cuda, xelkê tevahiya rejîmê biriye jêr pirsyarê û tê çavrêkirin ku beşdarî li hilbijartinan de gelek kêm be.
Karbidestên rejîmê, Kurdistanê wek çepereke qahîm li dijî xwe dibînin û li hewlê de ne ku bi çewtekariyan xelkê bo ser sendûqên dengdanê rabikêşin.