Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şikayeta li ser rêjîma îranê dê berhemekî baş hebe

11:05 - 21 Kanûna Paşîn 2024

Balyozê Herêma Kurdistanê li welatê Lehistan(Polenda) ê li hevpeyvîneke televîzyonî de bi tekezî ragihand û şikayeta Îraqê ji Îranê ya taybet bi êrîşa bo ser Hewlêrê, dê berhemên baş hebin.

“Ziyad Reûf” ê balyozê Herêma Kurdistanê li bajarê “Werşo”yê paytexta Lehistanê li hevpeyvîn digel kanal 24 a Herêma Kurdustanê, bi tekezî ragihand ku pêgeha Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn de gelek girîng e û ew devera tejî bûyer û qewimînên germ in û dikele, lewma divê Kurd bernameyên demdirêj hebin.

Herwisa navbirî li derheq êrîşên rêjîma Îranê bo ser bajarê Hewlêrê got: “Şikayeta Îraqî li dijî Îranê, taybet bi êrîşa bo ser bajarê Hewlêrê, eger me Kurda piştevaniya navnetewî hebe, dê berhemdar be, çimkî ew binpêkirina li dijî Herêma Kurdistan û Îraqê, gelek mezin e.

Wî balyozê Herêma Kurdistanê bi tekzî ragihand: “ Divê em waneyê ji ceribandina Rifrandoma Herêma Kurdistanê verbigrin û hewce ye ku piştevaniya welatên zilhêz bi dest xwe ve bînin da ku bê berçavgirtina berjewendiyan, piştevaniyî li me bikin”.