Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê çendîn kombûnên nerizayetî bi rê ve çon

11:11 - 21 Kanûna Paşîn 2024

Kedkar û karmendên pîşeya nefta Îranê li çendîn cihan de kombûnên nerizayetiyê lidar xistin û herwisa pêşkirên maşînên Pêjo Pars li Bajarê Tehranê kombûna nerizayetiyê lidar xistine.

Roja Şemî 30ê Befranbarê karmendên pîşeya neftê li bajarê Ehwazê kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaziyên xwe ên wek birêveçona tevav a yasaya Şêwreya birêveberî û karpêdan a pîşeya Neftê ya sala 1400 Rojî, serastkirina padaşan û serastkirina rewşa zêdekarî  pêka têbêniya 1 a madeya 36 ya yasaya kar ragihandine.

Herwisa kedkarên 12 palavtingehên “Parsê Cinûbî” bo nehiştina kompaniyên girêbestkar, birêvebirina tevav a kertbendiya karan, mifahvergirtin ji karta neft û gazê û dana şêwazeke murexesiyê bo kedkaran, kombûneke berfireh lidar xistinê lê birêveberên palavtingehan û parastina palavtingehan hewla belavkirina kedkaran dan lê kedkaran rê bi wan nedane.

Herwisa karmendên kompaniya “Felat Qarê ya devera Lawan li girava “Lawan” de kombûneke nerizayetiyê lidar xistine û herwisa li bajarê Tehranê de jî pêşkirên maşînên Pêjo Pars ku berê dirafê tevav ê kirîna maşînan dane, li ber deriyê wezareta “Kangeh, Pîşe û Ticaret” a rêjîmê li bajarê Tehranê, kombûneke nerizayetiyê li derheq dengoya bilindbûna nirxa wan maşînan û egera nedana wan li dema diyarîkirî de nerizayetiya xwe nîşan dane.