Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa bo ser binkên Amerîka û egera berfirehtirbûna şer

11:15 - 21 Kanûna Paşîn 2024

Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasiya Partiyê(PDK) li tora civakiya “X” de belav kiriye ku bereya Moqawimet ya Îraqê, bi êrîşkirina ser binkeyên leşkerî yên hêzên Hevpeymanan metrisiya berfirehbûna şerekî mezin  li deverê zêde kirine.

Roja Şemî 30ê Befranbarê, “Huşyar Zêbarî” Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasiya Partiyê(PDK)ê li ser rûpela xwe ya tora civakiya “X” de li derheq êrîşên milîsên çekdar ên Îraqê bo ser hêzên hevpeymana li Binkeya “Eyn El-Esed” belav kiriye ku bereya Moqawime ya Îraqê, bi êrîşkirin ser binkeyên leşkerî yên hêzên Hevpeymanan metrisiya berfirehbûna aloziyan zêde dike û deverê ber bi şerekî mezin ve dibe.

Herwisa navbirî gotiye: “Berdewamiya êrîşên mûşekî û dironî bo ser binkeya leşkerî ya “Eyn El-Esed” û lêketina qurbaniyan û bersivdan bi wan binpêkirinan, metirsîdar e û bereya moqawimet, şer berfirehtir dike”.

Herwisa li vê derheqê de kanala “Fox News” a Amerîkayê belav kiriye ku Artêşa Amerîkayê bi 15 mûşekên “Patiriot” bersiva vê êrîşê daye lê ti îşareyek bi xisarên Artêşa Amerîkayê nekiriye, lê pêka nûçeyên belavbûyî, hejmarek ji hêzên Îraqê li vê êrîşê de bi dijwarî birîndar bûne