Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan Bi armannca şermezarkirina êrîşa Îranê bo ser Hewlêrê

11:18 - 21 Kanûna Paşîn 2024

Li çendîn welatê Ewropa yê de Kurdên diyasporayê bi armanca şermezarkirina êrîşa rêjîma Îranê bo ser Hewlêrê xwenîşandan hatne lidar xistin.

Li ser daxwaza Rewenda Kurd li derweyî welat roja Şemiyê 20 ê Kanûna duyem a 2024an a zayinî, li piraniya paytextê welatên Ewropa, xwenîşandan bi rê ve çon û êrîşa mûşekiye rejîma îranê bo ser Hewlêra paytextê Herêma kurdistanê hate şermezarkirin.

Li piraniya wan xwenîşandanan de, Kurdên her çwar perçên Kurdistanê bi hêma û Ala netewî û wêneyê Şehîdên Hewlêrê beşdarî kirin.

Piştre biryarnamên wan xwenîşandanên mehkûmkirina êrîşa rêjîma Îranê, bo deshilat û bayozxane û serokatiya wan welatan hate hinartin.

Dengê şermezarkirina wê cinayeta hovane a rêjîma Îranê geha ye her derê cîhanê û li nava Herêma Kurdistanê de jî, roja Înê mamosteyên olî li xutba nimêja înê de, ev êrîşa rêjîma Îranê weke cinayetek li derheq gelê kurd hesibandin û şermezar kirin.

Îro Yekşemiyê jî li qutabxanên seranserî Herêma kurdistanê de bo rêzgirtin ji Şehêdên Hewlêrê xulekek bê dengî û piştre bi sirûda netewiye Ey Reqîb, xwendinê destpê kir.