Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina 5 terorîstên rejîma Îranê li Sûriyê, berteknîşandana berpirsên rejîma Îranê li pey xwe anî

11:21 - 21 Kanûna Paşîn 2024

Piştî kuştina 5 pasdarên terorîst ên payebilind ên spaha Quds li Sûriyê, “Îbrahîm Reîsî” îdia dike ku dê bersivê bide, gotina wî li halekê de ye ku her dem xwestine tolekê hildin, xelkê bê tawan û zarok kuştine.

Li êrîşa bo ser terorêstên rejîma Îranê li bajarê Demişqê de 5 pastarên pilebilind ên rejîmê bi navên “Hucetullah Omîdwar, Elî Aqazade, Husên Mihemedî, Seîd Kerîmî û Mihemedemîn Semedî” ku pileyên bilind li spaha Quds a spaha pasdaran a trorîst de hebûn, hatine kuştin û berpirsên rejîmê îdiayên cuda bo tolhildanê kirine.

Serkomarê rêjîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” îdia dike ku rêjîma Îranê dê bersiva vê êrîşê bide; Herwisa bo çewtkeriyeke din jî gotiye ku ew êrîşe dide xuya ku Îsraîl li hember bereya moqawimet şikest xwariye!

Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê rêjîma Îranê “Husênemîr Ebdullahiyan” ku ew terorîstên spahê bi şêwirmendên leşkerî binav kirine gotiye ku çalakiyên şêwirmendên leşkerî yên Îranê li rawestan li hember terorîzmê û dabînkirina ewlehiya deverê dê bi micidî bi rê here!!!!

Gotinên wan berpirsên rêjîmê li halekê de ye ku her demê rêjîmê xwestiye tolekê hilde, kesên medenî û zarokên bêtawan kirine armanc, ku li heftiya derbasbûyî de çendîn zarok li Başûrê Kurdistanê û Belûçistanê li jêr navê “sîxur û piledarên Mûsadê” kuştin û pêka gotina piraniya welatên cîhanê, rêjîma Îranê navend û binkeya geşe û berfirehbûna terorîzm li cîhanê bi taybet li Rojhilata Navîn de ye.