Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 462an a rojnameya Agirî ku ziman halê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

18:17 - 21 Kanûna Paşîn 2024

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, ji bilî gotarên nivîskar û xebatkarên di wî warî de, nûçeyên mafê mirovî jî hatine weşandin ku mijar û gotarên Agirî de wiha ne:

Rûpela 1 a 462 emîn hejmara Agirî li hatiye terxankirin bo daxûyaniya Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat li derheq êrîşa mûşekiye rêjîma Îranê bo ser hewlêrê, li jêr navê “ Em êrîşa bo ser serweriya axa Îraq û Herêma Kurdistanê şermezar dikin”  herwisa peyama Rêzdar Mistefa Hîcrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li derheq canjidestdana sê çiyagerên Kurd li Nexedê.

Rûpelên 2 a hejmara nû a Agirî hatiye terxankirin bo Daxûyaniya Hizba demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 78 emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê.

Rûpelên 3 gotara: “Derfeta zêrîn” ji nivsîna Aso Minberî.

Rûpela 4 ê de gotara: “Nemana rêjîma Îranê ewlehiya Rojhilata Navîn ewle dike” ji nivsîna Azad Kurdî.

Rûpela 5 a Agirî de gotarek bi navê: “Kurd neteweyekî mirovhez qencîxwaz, aştîhez e” ji nivsîna Kofîxwar.

Rûpela 6 gotara: “Jin û hilbijartin” ji  Nivsîna Vênûs Fayîq û wergêrana Hesen Mukerem.  

Rûpela 7 gotara: “Jin, Jiyan Azadî, destpêka yekemîn şoreşa Jinan ji bo rizgariya Kurdistanê li dijî sîstêma mêrsalar a Îranê!”  ji nivsîna Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de Nêrîna lîderan jî çap bûye. 

Rûpela 8 de gotarek: “Heya kengê dê her wisa zilm li ser gel bidome?” ji nivîsa Jêhat.

Rûpela 9 ê de ku rûpela taybet bi mijarên Çandiye , gotarek bi navê “Zewaca di temenê zarokatiyê de” ji nivisîna Şîva Xwedabender  çap bûye.

Rûpela 10  de gotarek  bi navê “Heya niha jî bi kutikê Kawe serê me tê kutan” ji nivîsa  Serbest Urmiye dikeve ber çavan.

Rûpela 11 ê a 462 emîn hejmara Rojnameya Agirî de çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî hatiye terxankirin bo postêrekê li derheq êrîşa mûşekiye rêjîma îranê bo ser Hewlêrê, ji kêşan û terahiya Serbest Urmiye.

Xwandevanên hêja bona dagirtina faîla Rojnameya “Agirî” û xwendina gotar û mijarên wê hûn dikarin li ser vê lînkê bitkîn.