Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dironek a milîsên ser bi rejîma Îranê li esmanê balafirxabneya Hewlêrê xistine xwarê

18:06 - 2 Kanûna Paşîn 2024

Berpirsên Herêma Kurdistanê ragihandine ku dironeke bombrêjkirî bi armanca lêdana hêzên hevpeymanî û Amerîka li balafirxaneya navnetewî ya bajarê Hewlê hatibû avêtin, xistine xwarê.

Roja Sêşemî 12ê Befranbarê, berpirsên Herêma Kurdistanê ragihandine ku dironeke bombrêjkirî ku bi armanca lêdana hêzên hevpeymanan ên li dijî DAÎŞê bi rêberiya Amerîka, hatibû avêtin, li balafirxaneya Hewlêrê de xistine xwarê.

Pêka rapora nûçegihaniya Firansê, girûpa “Moqawimeta Îslamî li Îraqê” berpirsatiya vê êrîşê li stutyê xwe girtiye, ew girûpeke ser bi rejîma Îranê ye.

Berpirsên Dijeteror ên Herêma Kurdistanê ragihandine ku ew dirone ji aliyê girûpeke neyasayî ve hatiye avêtin ku xistine xwarê.

pêka gotina berpirsekî leşkerî ku nexwesiye navê wî bê zanîn, Amerîka ji niveya heyva Octoberê ve heta niha 115 haletên êrîşkirin bo ser binkeyên Amerîkayê li Sûriyê û Îraqê tomar kirine.

Amerîkayê bersiva wan êrîşên li ser binkeyên xwe bi rêya bombaran û lêdana mûşekan daye û li cara dawî, çendîn bikneyên wan milîsan teqandin û hejmareke zêde ji wan milîsan kuştin an birîndar kirine.