Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha psadran û Hizbullaha Luybnanê alîkaraiya Hûsiyan dikin

11:50 - 22 Kanûna Paşîn 2024

Pêka gotina 4 çavkaniyên deverî û 2 çavkaniyên Îranê, fermandeyên spaha pasdaran û Hizbullaha Lubnanê li Yemenê de alîkariya Hûsiyan dikin ku li deryaya Sor de êrîşê dikne ser gemiyên bazirganiyî.

Pêka gotina çavkaniyên deverî, rêjîma Îranê perwerdeya leşkerî dide Hûsiyên Yemenê û wan pirçek dike û piştevaniyê li wan dike, wan çavkaniyan îşare bi vê kirine ku hevdem digel destpêkirina şerê Hemas û Îsraîl li Xezê, hevkariya rêjîma Îranê bo wan milîsan zêdetir bûye.

Wan çavkaniyan bo nûçegihaniya “Reuters”ê eşkere kirine ku rêjîma Îranê diron, mûşekên kirûz, Balistîkî û mûşekên dûrhavêj ên nêvincî, dane Hûsiyên Yemenê.

Herwisa ew çavkanî îşare bi vê yekê dikin ku fermande û şêwirmendên spaha pasdaran, piştevaniya zanyariyan ên li ser gemiyên ticarî ku her rojê ji vê hêla deryayî ya deryaya Sor re derbas dibin, didin Hûsiyan.

Tevî ku rêjîma Îranê înkar dike ku bi destûra rêjîma Îranê Hûsiyên Yemenê deryaya sor û Babûlmendeb aloz dikin û bi cebilxaneya rêjîma Îranê wî şerî bi rê ve dibin, lê berpirsên rêjîmê bi eşkere ragihandine ku piştevaniyê ji wan dikin.