Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rêjîmê, kombûna nerizayetiya Kêmendaman li bajarê Têhranê têk dan

11:53 - 22 Kanûna Paşîn 2024

Kêmendaman li bajarê Tehranê, kombûneke nerizayetiyê li derheq rewşa jiyana xwe lidar xistin lê hêzên ewlehî û întizamî yên rêjîmê rewşeke ewlehî bi ser kombûnê  de sepandin û rêgirî ji birêveçona vê kirin.

Pêka gotina birêveberê Kempêyna Kêmendaman “Bêhrûz Murwetî”, roja Yekşemî 1ê Rêbendanê, hêzên ewlehî û întizamî yên rêjîmê li bajarê Têhranê, kombûna nerizayetiya kêmendaman a li ber deriyê bînaya “Saziya Bername û Budce” ya rêjîma Îranê têk dane û rewşeke gelek tund a ewlehî bi ser kombûnê de sepandine.

Herwisa “Bêhrûz Murwetî” daye zanîn ku hêzên ewlehî gef li wî xwarine ku hekî li vê kombûnê de beşdariyê bike, dê bê binçavkirin.

Herwisa navbirî gotiye ku berpirsayetiya qewimîna her bûyerekê bo kêmendamên beşdar li vê kombûnê li sutyê rêjîmê ye.

pêka girte vîdyoiyeke belavbûyî û gotina xelkê, rêjîmê bi qasekê hêzên ewlehî û tepeserkar ên întizamî li derdora vê kombûnê danabûn ku hejmara wan gelek zêdetir ji hejmara kêmendamên beşdar li vê kombûnê bûye.

Rêjîma Îranê li kombûnaberî hingê a kêmendaman de jî tundûtîjî çê kiribû.

Kêmendam bi sedema rewşa tendirûstiya xwe bi taybet bo kirîna dermanan û hewcehiyên din ên pizîşkî, hewcehî bi alîkarî û hiqûqekî zêdetir hene lê rêjîm tevî ku ti alîkariyekê nade wan, xwenîşandan û kombûnên wan bi awayên hovane serkut dike û li kêmendaman dide û wan binçav dike.