Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

3 pasdarên rêjîma îranê û 6 milîsên Hizbullahê li Yemenê hatine kuştine

11:57 - 22 Kanûna Paşîn 2024

Çavkaniyên Yemenê belav kirine ku heta niha 9 kesên biyanî ku 3 pasdarên rêjîma Îranê û 6 milîsên Hizbullah a Lubnanê bûne, li êrîşên hevpar ên Amerîka û Birêtaniya bo ser Husiyên Yemenê hatine kuştin.

Pêka raporekê ku çavkaniyên Yemenê bo televîzyona “Sky News” a Birîtaniyayê şandine, ji destpêka êrîşên hevpar ên Birîtaniya û Amerîkayê bo ser Hûsiyên Yemenê, 75 kes hatine kuştin ku 3 kes ji wan pasdarên terorîst ên rêjîma Îranê û 6 milîsên Hizbullah a Lubnanê bûne.

Spaha pasdaran a trorîst û milîsên Hizbullaha Lubnanê li êrîşên Hûsiyan bo ser gemiyên ticarî de alîkariya zanyarî dane wan û tevî perwerdeya leşkerî, şêwaza bikaranîna çekên rêjîma Îranê fêrî wan dikin û heta bernameya êrîşan jî bo wan dadirêjin.

Pêka rapora Yemenê, piraniya kuştiyên Hûsiyan li 10 rojên yekem a êrîşa esmaniya hevpar a Amrîka û Birîtaniyayê bo ser binkeyên hûsiyan û cihê avêtina mûşekên Hûsiyan û enbarên cebilxaneyên wan li bajarê qiraxaviyê “Elhedîde”, Hece, Zemar, Te`iz û Beyzayê de bûye.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku 2 milîsên Îraqî yên ser bi rêjîma Îranê jî li wan êrîşan de hatine kuştin.