Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kak Mistefa Hicrî: Teqekirin û sivkatiya bi kolberan, cihê heyrîman û daxbariyê ye

10:20 - 23 Kanûna Paşîn 2024

Rêzdar Mistefa hicrî, Berpirsê Navenda birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat, li derheq teqekirina li kolberên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê pasevanên sinûriye Êraqê û sivkatîpêkirina bi kolberan, peyamek belav kir û nîgeraniya xwe da xûyakirin û ev yêka bi bûyerekî cihê daxbariyê da zanîn.

 

Deqa peyamê bi wî awayî ye:

 

Nûçeya teqekirina li kolberên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên pasevana sinûriye Êraqê li herêma Hewramana Başûrê Kurdistanê ku bûye hegera şehîd û birîndarbûna kolberan, 2 rojan piştî belavbûna dîmena sivkatîpêkirina bi hejmarek ji kolberan, hundirê mirov dihejîne û cihê ecêbgirtîmanê ye.

Li ber hindê hundirê mirov dihejîne bi sedan û renge hezaran Kurdên bêderetan û birsîkirî bi destê rêjîma komara îslamî, di cihê ser şorkirin li hember wê rêjîmê, bi neçarî şola dijvar û cihê tirsêye kolberiyê girtine bera xwe, heta ku ji vê rêkê ve pariyekî nanê helal bo mal û zarokên xwe peyda bikin, her sale sedan kes ji wan bi teqeya rasterast a pastarên ser sinûriye rêjîma Îranê têne kuştin û birîndarkirin, li aliyê dine yêsinûr jî ji aliyê birayên xwe yên Kurd ve bi wî awayî têne şehîd û birîndarkirin, yan dikevne ber sivkatiyê.

Li ber hindê cihê balkêşan û heyrîmanê ye, erê gelo deshilatdarên wê deverê îzn dane wan pasevanên sinûrî ku wê reftara qirêj li derheq bi birayên xwe yê lêqewmiye destê zordariya rêjîma Kurdkuje encamp bidin, heta hekî karekî xilaf jî kiribin ?!

Bersiva wê pirsyarê girêdayî bi çavaniya lêpirsîna wan pasevanên sinûrî û dawîpêanîna bi kuştin û sivkatî bi kolberan û heçî kesekî dine ye.

 

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

2 yê Rêbendana 1402 a rojî