Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê kolberên Kurd bi teqeya rastewxwe a hêzên pasewana sînorê Îraqê hatine kuştin û birîndarkrin.

10:28 - 23 Kanûna Paşîn 2024

Kolberekî xelkê Pawe yê bi navê Hoşyar Mehmûdî bi teqeya rastewxwe a hêzên pasewana sînor “Heres Hidûd” a Îraqê ve li ser sînorê Newsûdê hate kuştin û 2 kolberên din jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirove Hengawê, êvareya roja Dûşemî 2yê Rêbendanê, hêzên pasewana sînor a Îraqê li ser sînorê Newsûdê teqe li kolberên Rojhilatê Kurdistanê kirine û aliyê kêm kolberek bi navê “Hoşyar Mehmûdî” temen 40 salî û xelkê Şimşêr ser bi bajarê Pawe hate kuştin.

Hengawê ragehand, wî kolberî ti barek bal nebûye û li nav xaka Herêma Kurdistanê keftiye ber desrêjiyê û guleyek bi serê wî keftiye, herwisa 2 kolberên din ku heya niha nasnameya yek ji wan bi navê Rizgar Ferecî rohin bûye ku birîndare û bo navendên dermaqnî li bajarê Newsûdê hatiye veguhastin..

Roja derbasbûyî yek ji efserên kurd yê Heres Hidûda Îraqê li bernameya Berpirsiyar li kanala Rûdawê bi beşdariya hevkara hengawê li ser bêrêzî bi kolberan ji aliyê wan hêzan ve bûye, ragehand: di heyama rojên derbasbûyî li Bexdayê ve ferman bi me hatiye dan ku navtengê xiwartir kolberan bikin amanc û teqe ji kolberan bikin..

Her li derheq sivkatîkirina bi kolberên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê pasevanên sinûrî, roja derbasbûyî li konferansekî mediayî de, Mamosta Mela Tahir Bamokî, li ser nave encumen û rêkxistin û xelkê parêzgeha Helebçê, daxwaza lêborînê ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê û kolberan û malbatên wan kir.