Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyva Befranbarê de rêjîma Îranê her rojê 3 kes bidar vekirine

10:31 - 23 Kanûna Paşîn 2024

“HRANA”yê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku li heyva Befranbarê her rojê li girtîgehên rêjîmê de 3 girtî hatine bidarvekirin.

Pêka Rapora “HRANA”yê rêjîma Îranê li heyva Befranbara 1402 a Rojî de zêdetir ji 90 girtî li girtîgehan de bidar vekirine û bi awayek her rojê 3 girtî hatine bidarvekirine ku pêka heşîmeta Îranê, rêjîma Îranê li bidarvekirina xelkê de li cîhanê, pileya yekem heye.

Herwisa “HRANA”yê tevî belavkirina vê raporê daye zanîn ku ew aramre dide xuya ku dezgeha dadweriya rêjîma Îslamiya Îranê mafê jiyana welatiyan binpê dike.

Rêjîma Îranê hejmarek zêde ji welatiyan bo vergirtina îtirafa bi zorê li jêr îşkenceyan de kuştine û hejmarek jî neçar mane bi sedema wan îşkenceyan îtirafa bi zorê bikin ku piştre li dadgehên şanoyî de cezayên giran an bidarvekirinê bi ser wan de sepandin.