Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Tawana Îranê bi sextekirina nûçeyan nayê veşartin

10:34 - 23 Kanûna Paşîn 2024

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi belavkirina daxûyaniyekê bersiva çewtekariya rêjîma Îranê da

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê da ku careke din êrişa li Hewlêrê bi îdiaya hebûna baregeha Mossada Îsraîlê rewa nîşan dabû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku êrişa Îranê ya li ser sivîlan “bi ti propagandayeke nerast, sextekirina nûçeyan û wêneyên çêkirî nayê veşartin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di civîneke rojnamegeriyê de careke din hincet ji êrişa mûşekî ya hefteya borî ya li Hewlêrê re dîtin ku binkeya Mossada Îsraîlê li Hewlêrê kirine armanc”.

Ev êrîşa nerewa binpêkirina serweriya Êraq û Herêma Kuristanê ye û mûşekên Îranê tenê mala sivîle bazirganekê kire armanc û ev û keça wî şehîd kirin, rêjîma Îranê bona rewayetî peydakirina bow ê êrîşê, pena xwe bire ber çewtekarî û fotoşap kirina wêneyan.

Malpera Pirês a rêjîma Îranê ku wênên çewtekariya xwe danabûn, dema ku zanîn kes baverê bi direv û çewtekariya wan nake, roja derbasbûyî, wêne reş kirin û ragihand rastiya wan wênan, nehatiye piştraskirin.