Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaza Odeya bazirganiya rêjîma Îranê ji Herêma Kurdistanê

10:38 - 23 Kanûna Paşîn 2024

Piştî êrîşa nemirovane ya Rêjîm Îranê bo ser xelkê medenî yên bajarê Hewlêrê, weke bertek Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê daxwaz ji bazirgan û tacirên Kurdistanê kir ku ticareta digel rêjîma Îranê bisekinînin.

Roja Duşemiyê Odeya bazirganiya rêjîma Îranê li hember baykota kelûpelên Îranî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, bi belavkirina daxûyaniyekê tevî ragihandina daxbariya xwe, daxwaz ji bazirganên Herêma Kurdistanê kir ku tehrîmê neyêxne ser kelûpelên Îranê.

Qasê bazirganiya di navbera Îran û Kurdistanê, 3 Milyard Dolar tête berhevdan.

Ev cihê ku sipaha terorîste pastaran li hewlêrê kire armanca mûşekan, mala bazirganekî Kurd bû ku xwe û keça wî a 11 heyvî hatne şehîdkirin.