Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsekî payebilind ê milîsên Hemasê hate kuştin

10:29 - 3 Kanûna Paşîn 2024

Berpirekî payebilind ê milîsên Hemasê li êrîşeke dironî de bo ser ofîsa Hemasê li bajarê Beyrûtê, hate kuştin.

Pêka raporên belavbûyî yek ji berpirsên payebilind ê Hemasê yê bi navê “Salih El-Arûrî” li êrîşeke dironî de bo ser ofîsa Hemasê li taxa Şîenişîn a “Zahiye”yê li başûrê bajarê Beyrûtê, hate kuştin û herwisa 5 kesên din ji endamên pilebilindên Hemasê  bi navên, Semîr Findy ji fermandên gurdana Qesam,  Mehmûd Zekî Şahîn, Mihemed Elrîs, mihemed Beşaşe, Ehmed Hemûd li gel  Salih el-Arûrî li wê êrîşê de hatine kuştin.

“Semîr Findî Abû Amir û Izazam El-Eqre  `I Ebû Emmar” fermandeyên taya leşkeriya Hemasê “Izzedîn Qessam” bûne li vê êrîşê de hatine kuştin.

Li vê derheqê de kanala televîzyoniya “El-Meyadîn” ku televîzyoneke nêzî rejîma Îranê ye, li nûçeyeke lezgîn de belav kir ku “Salih El-Arûrî” yê cihgirê serokê ofîsa Hemasê li encama teqînê de li derdora başûrê bajarê Beyrûtê de hatiye kuştin.

Herwisa kanal13 ya Îsraîlê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku biryar bû “El-Arûrî” roja din digel “Hesen Nesrûllah” hevdîtinê bike.

“El-Arûrî” yek ji avakerê taya leşkerî ya Hemasê û yek ji girîntirîn kesên Hemasê li danûstandin digel rejîma Îranê bû û Amerîkayê bo peydakirina vî, 5 milyon Dolar xelat diyarî kiribû.

Rojnameya Fîgaro ya Firansê li raporekê de nivîsandibû ku “El-Arûrî” berî êrîşa Hemasê li 7ê Oktobrê de agehdarê vê êrîşê bûye.