Bi hilkevta 78 emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê, ev çend Roje li her derî ev yade tête Pîrozkirin û bi bîranîn.
Li piraniya bajar û gund û deverên Rojhilatê kurdistanê de, xelkê demokratperwer yê Kurdistanê û endam û alîgirên xebatkare Hizba demokrat bi kar û çalakiyên berfirehe xwe yadê Komara Kurdistanê bilind nirxandin û pîroz kirin.
Endamên Hizbê bi tirakt û postêrên peywendîdar bi wî yadî û nivsîna diruşman li ser der û dîwaran, û hildana Ala Kurdistanê û serdana mezarê şehîdan, û gelek awayên dinê, Kurdistan xemilandin û yadê Komara Kurdistanê pîroz kirin.
Bi taybet şeva derbasbûyî 2 yê Rêbendanê, llgel tarîbûna hewa, xelkê şoreşvan, li Bajarê Sinê, bi havêtina tireqê agirîn bi esman cêjna 2 yê rêbendanê bi germî pîroz kirin.
Li derveyî welat jî, li piraniya wan welatên ku kumîtên Hizba Dêmokrat tê da ne, bi lidar xistina merasim û semînar û kombûnan, cêjna salvegera damezarandina Komara Kurdistanê, pîroz kirin.