Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehî yên rêjîmê 5 welatiyên xelkê Bokanê binçav kirin

12:03 - 23 Kanûna Paşîn 2024

5 welatiyên xelkê Bokanê ji aliyê hêzên îtlaata spaha pasdaran a terorîst ve li bajarê Bokanê hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya hatine veguhastine.

Pêka rapora “Çaw News”ê 5 welatiyên Kurd ên bi navên “Mistefa Samî, Rêbwar Kûhgerd, Sîrwan Sipêhrî, Hejar Ehmedîazerê (gundê Naçît) û Nasir Elîpûr (gundê Daşbend)ê bi bê ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên îtlaata spaha pasdaran ve hatine binçavkirin.

Pêka rapora “Çaw Nwes”ê, sibêdeha rojên Çarşemî û Pêncşemiyê(27 û 28)ê Befranbarê, hêzên spaha pasdaran bi êrîşkirina ser malên wan welatiyan, ev binçav kirine û yek ji wan binçavkiriyan bi tundûtijiyê ve hatiye girtin û hevdem hejmarek ji alavên wan ên berqî  ji aliyê wan hêzan ve dest bi ser de hatiye girtin.

Heta belavbûna vê nûçeyê û piştî derbasbûna çend rojan ji binçavkirina wan welatiyan, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, cihê ragirtina wan û tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan de li berdest nîne.