Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rêjîmê li bajarê Birûcêrdê de keçeke 20 salî dane ber regbaran û kuştin

12:11 - 23 Kanûna Paşîn 2024

Hêzên ewlehiya rêjîma Îranê li parêzgeha Luristanê de teqe li maşîna welatiyekî kirin ku li encam de keçeke temen 20 salî ya xelkê bajarê Birûcêrdê hatiye kuştin.

Pêka raporên belavbûyî, hêzên ewlehî yên kinc medenî li bajarê Birûcêrdê de teqe li maşîna 2 welatiyan kirine ku li encam de keçek a bi navê “Anahîta Emîrpûr” a temen 20 salî û xwendekara zanîngehê, hatiye kuştin û kesekî din ku nasnameya wî nehatiye zanîn bi sedema gulleyên wan hêzên hov bi dijwarî birîndar bûye û bi sedema kûrahiya birînan li nexweşxaneya “Çemran” a bajarê Birûcêrdê de hatiye razandin.

Hêj bi serastî xûya nîne ku bi çi sedemkê hêzên ewlehî teqe li wan 2 welatiyan kirine lê gelek caran xelkê medenî bê vê yekê ku ti hêcet an tawanekê, kevtine ber gullereşandina hêzên ewlehî û leşkerî yên rêjîmê û ti lipeyketineke serast a yasayî jî bi wan nehatiye kirin.

Fermandarê Birûcêrdê îdia dike ku guhnedana wan 2 kesan bi huşdarîdanên Polîs, bûye sedema teqekirin li wan!